Artêşa Yemenî li Cewf û Me’ribê bi pêş dikeve

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erbistana Si’ûdî ragihand ku wan droneke bombebarkirî ya Hûsiyan, ku ber bi Si’ûdiyê ve hatibû berdan, rûxand.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Yemenî ragihand ku bi desteka Koalîsyona Erebî, ew li her du parêzgehên Cewf û Me’ribê yên li bakurê welêt bi pêş ketine.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa fermî ya Yemenê re diyar kir ku, di encama operasyoneke leşkerî de, wan tevahiya nuqteyên li Eniya Nidûd a li parêzgeha Cewf rizgar kirin

Navenda ragihandinê ya Artêşa Yemenî jî destnîşan kir, ku hêzên artêşê 300 bembe li herêmên rizgarkirî, ku Hûsiyan çandibûn, bê bandor kirin.

Back to top button