Efrînê..Nexweşxaneya Ibn Sîna endamên laşê jinekê dizîn

Nexweşxaneya Ibn Sîna ya li navenda bajarê Efrînê, organên laşê jina ciwan Nazlî Hec Reşîd dizîn û ew kuştin.

Malpera Afrîn Press eşkere kir, ku nexweşxane ji aliyê kesekî ji Idlibê yê ji malbatên çeteyan, Dr. Elî û çeteyên Ceyş El-Şerqiyê ve tê birêvebirin.

Malperê diyar kir ku nexweşxaneyê yekser destûrnameya xwe ji dewleta Tirk girtiye..

Her wiha nexweşxane ji aliyê çeteyan ve tê parastin, lewra 20 % pereyan li ser emeliyetên dizîna organên laş jê dibin.

Malperê ragihand jî yek ji qurbana vê nexweşxanê jî jina ciwan Nazlî Hec Reşîd ji gundê Qoşo yê navçeya Bilbilê ye..

Li gorî malperê, nexweşiya Nazlî normal bû, lê malbata wê ji bo rewşa wê nas bikin, ew rakirin nexweşxaneyê..

Diktorên li wir ango çeteyan ew bi buhaneya dizîna endamên laşê wê, kuştin.

Malperê da zanîn ku ji 11’ê Hezîranê heta 31’ê Tebaxê 3 rewşên kuştin û dizîna endamên laş li vê nexweşxanê derketine.

Back to top button