
Endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo diyar kir, ku armanca dewleta Tirk ji tirkkirina herêmên dagirkirî, asîmîlekirina gelê Kurd û parçekirina xaka Sûriyê ye.
Xelo derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, banga lêpirsînê kir.
Sûc, kiryar û komkujiyên dewleta Tirk roj bi roj tên sepandin ku ew siyaseta mezinên xwe yên Osmanî pêk tîne.
Armanca wê jî, xwînrijandina sivîlan û dagirkirina welatan e.
Ji dema dagirkirina wê de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî siyaseta Tirkirinê dimeşîne.
Bi rêya rakirina ala tirkî, perwerdeya bi zimanê tirkî, dan û standina bi lîreya tirkî xebata tirkkirina herêmê dike, da ku Mîsaq Millî pêk bîne.
Endamên Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo da zanîn ku armanca dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd asîmîle bike, erdnîgariya herêmê derbe bike, parçeyên zêde ji xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.
Hekem Xelo destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li ser sûc û kirinên xwe bê lêpirsînkirin û wiha got:
Hekem Xelo anî ziman ku sûcên dewleta Tirk li dijî kurdan ên li tevahî Kurdistanê, bi armanca rêgirtina li pêş azadiya gelê Kurd e.