Dewleta Tirk hevdîtina bi telefonê li rêber Ocalan qedexe kir

Piştî qedexekirina çûyîna parêzeran a 6 mehan, dadgeha dewleta Tirk vê carê jî hevdîtina bi telefonê li rêber Ocalan, ji bo 6 mehan qedexe kir.

Li gorî agahiyan, biryara sînordarkirina hevdîtina telefonê, ji aliyê Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdareya Miduriyeta Saziya Cezayên Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê ve hatiye dayîn.

Biryar ji 7’ê Cotmehê ve ketiye meriyetê.

Rêber Ocalan piştî 21 salan ji zindanê, cara yekem 27’ê Nîsana borî, bi rêya telefonê bi malbata xwe re, hevdîtina telefonê pêk anîbû.

Back to top button