Hewlêr û Bexda yên Şengal ji DAIŞ’ê re hiştîn niha xwe dikin xwediyê wê

Civaka Êzidî careke din li ser maseya bazarê ye.

PDK û hikumeta Iraqê bê ku vîna gelê Şengalê li ber çavan bigre, bazaran dike.

Aliyên ku Êzidî di nava pencên qirkirina DAIŞ’ê de hişt, niha jî xwe weke xelaskerên wê didin nîşandan û pilanan dikin.

Hewlêr û Bexda ragihandin ku li ser Rêveberî, Ewlehî û Xizmetguzarî lihev kirine.

Li ser civaka Êzidî careke din pilanên metirsîdar têne gerandin.

Ji 2014’an ve li Iraq û başûrê kurdistanê di aliyê rêveberî, siyasî û aborî de alozî heye.

Aloziya heyî bi êrîşa DAIŞ’ê re xwe da der û bingeha Rêveberiya herêma Başûrê Kuridstan û Iraqê jî daxuyakirin.

Mînaka vê ya herî şênber jî Şengal bû.

Di êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê de, fermana 73’yan bi serê civaka Êzidî de hat.

Rastiya rewşa Iraq û reva PDK’ê ji Şengalê, bi civaka Êzdî berdêlên giran da anîn.

Xwerêvebirina Êzdiyan li gel PDK’ê bûye cihê hêrsê

Êzdiyên ku êdî bi xwe parastina xwe dikin û xwe birêve dibin, li gel PDK ya ku ew avêtin hembêza çeteyên DAIŞ’ê bûye cihê hêrsê.

Ji ber vê yekê dek û dolabên nû li ser civaka Êzidî têne gerandin.

Hewlêr û Bexda li ser rêveberî, parastin û xizmetguzarî li hev kirin

Hefteya borî şandeya hikumeta Iraqê li Hewlêrê li gel Wezîrê Hundirin ê Herêma başûrê Kurdistanê li ser rewşa Şengalê û vegera PDK’ê li Şengalê civiya.

Bi heman armancê duh Şandeya Herêma Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Hundirin ê Herêma başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed çû Bexdayê û li gel rayedarên hikûmeta Iraqê hevdîtin kir.

Civîn bi beşdarbûna, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hat.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê têkildarî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku Hewlêr û Bexda li ser dosyayên rêveberî û ewlehiyê li Şengalê li hev kiriye.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha serokwezîr,

Xebatên rêveberî bi hikumeta herêm û parêzgeha Nînawayê re hatiye lihevkirin.

Ewlehiya herêmê jî erkê hikumeta federal û herêmê ye.

Xizmetguzarî jî di nava aliyan de hatiye dabeşkirin.

Bi hevokekê jî be hatiye gotin, helbet daxwazên şêniyên herêmê di ber çavan re têne derbaskirin.

Hewlêr û Bexda yên Şengal ji DAIŞ’ê re hiştîn niha xwe dikin xwediyê wê

Diyare Hewler û Bexda jibîr kirine ku li Şengalê vînek ya civaka Êzidî heye, Şengal ji bin dagirkeriyê rizgarkirin û bi xwe xwe birêve dibin.

Weke ku pirsgirêka Iraqê tenê Şengal be alî ketine nava tevgerê.

Li aliyekî din jî PDK ya ku rê nedida Şengaliyên li kampên başûrê kurdistanê li warê xwe vegerin niha aligirên xwe derbasî herêmê dike.

Ji vê jî xuya dike ku li ser Şengalê planên nû heye.

Back to top button