Agirbesta demkî hat ragihandin, alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin

Di navbera Ermenîstanê û Azerbeycanê de ku li ser Qerebaxa Çiyayî ji 27’ê Îlonê de şer dewam dikir, agirbesteke demkî hat ragihandin. Lê piştî agirbestekê aliyan hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.

Ermenîstan û Azerbeycanê li ser Qerebaxa Çiyayî ji 27’ê Îlona derbasbuyî de şer dikirin. Di şerê ku 13 rojan dewam kir de ji her du aliyan zêdeyî 400 kes hatin kuştin. Her wiha derdora 70 hezar kesî jî ji ber şer ji herêma Qerebaxê koç kirin.

Dewleta Tirk ya dagirker jî di şer de bi awayekî çalak piştgiriya Azerbeycanê kir.

Serokwezîrê Ermenîstanê diyar kir ku Tirkiyê şer daye destpêkirin û dixwaze polîtîka xwe ya qirkirinê li dijî Ermenan dewam bike.

Ji bo rawestandina şer ji aliyê gelek dewletan de bangên agirbestê hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî şer ranewestiya. Azerbeycanê xwest Ermenîstan ji Qerebaxê vekişe, Ermenîstanê jî xwest dinya xweseriya Qerebaxê nas bike.

Herî dawî li ser banga Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn Wezîrên Karên Derve yên her du welatan duh çûn Rûsyayê.
Piştî hevdîtineke nêzî 10 saetan ya li paytext Moskoyê li ser agirbesteke demkî lihevkirin pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Rûs Sergey Lavrov yê ku navbeynkarî ji hevdîtinan re kir, diyar kir ji bo cenaze û hêsîr pev bên guhertin agirbest hatiye ragihandin û da zanîn wê Azerbeycan û Ermenîstan dest bi hevdîtinan bikin.

Lavrov daxuyaniya agirbestê jî îro saet 3’yê sibê de kir û di saet 12’an de jî ket meriyetê.

Piştî ragihandina agirbestê aliyan hev du bi binpêkirina agirbestê sûcdar kirin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê diyar kir, piştî destpêkirina agirbestê bi 5 deqeyan hêzên Azerî bajarokek bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê jî diyar kir Ermenîstanê hin herêm gulebaran kiriye û agirbest binpê kiriye.

Back to top button