Pêkhateyên Şengalê wê li dijî peymana Bexdayê bimeşin

Pêkhateyên Şengalê wê sibe bi armanca şermezarkirina peymana ku duh li Bexdayê bêyî îradeya Şengalê hatiye îmzekirin, meşekê lidar bixe.

Meş wê sibe saet di 14.00’an de li navenda Şengalê destpê bike û li ber avahiya Emmel Wetenî bidawî bibe.

Piştî meşê wê li ser navê pêkhateyan daxuyanî bê dayîn û daxwaz werin pêşkêşkirin.

Li aliyê din li bajaroka Xanesorê ya Şengalê jî di çarçoveya pêngava ‘Bese ji qirkirin û fermanan re, dem dema xweseriyê ye’ civînek hat lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Dexîl Mirad axivî û bal kişande ser lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê û got,

“Gelek alî planan li ser Şengalê pêş dixin. Dixwazin keda me şeş salên dawî tine bikin. Bê ku raya me bigirin li ser Şengalê lihevkirinê dikin.

Em bi tu awayî qebûl nakin tu kes ji bo berjewendiyên xwe li ser Şengal û civaka me lihevkirina bike.”

Back to top button