Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro hemû sûcdarên ku beriya 10`ê Cotmehê sûc pêk anîne, efû kirin.
Rêveberiyê biryarnameyek derxist û di nav de sûcên ku nakevin nava biryara efûyê, diyar kirin.
Biryarname wiha ye:
“Hemû sûcên ku beriya dîroka 10`ê Cotmeha 2020`an pêk hatine, efû dibin.
Li gor biryarnameya rêveberiyê sûcên ku nakevin nava biryara efûyê jî evin:
1- Sûcên îxanet û ajantiyê.
2- Sûcên kuştina bi hinceta namûsê.
3- Sûcên bazirganiya madeyên hişbirê.
4- Fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.
5- Sûcdarên ku ji edaletê reviyane, di 60 rojên piştî derketina vê biyrarê de heke li herêmên Rêveberiya Xweser bin û di 90 rojî de heke li derveyî herêmê bin, divê xwe radest bikin.
6- Cezayên pereyan.
Ev biryar ji dîroka derketina wê ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve derketiye, tê pêkanîn.