Komîteya Ewlehî û Parastinê ya parlemena Iraqê: Biryara Tirkiyê nayê qebûlkirin

Komîteya Ewlehî û Parastinê ya girêdayî parlementoya Iraqê derbarê biryara Tirkiyê ya dirêjkirina mayîna leşkerên xwe li Iraqê, bertek nîşan da.

Beriya sê rojan, tezkereya leşkerî ya leşkerên Tirkiyê ku salek din li Sûriye û Iraqê bimînin ku ji aliyê Serokomartiyê ve hatî dirêjkirin, li parlamentoya Tirkiyê hate pejirandin.

Derbarê vê mijarê de, endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê Katih Rîkabî axivî û nerazîbûn nîşan da.

Katih Rîkabî anî ziman ku dirêjkirina mayîna leşkerên Tirk li Iraqê dijî yasayên navnetewî ye û nayê pejirandin.

Rîkabî teqez kir ku parlamantoya Iraqê dijî biryara Tirkiyê, wê bibe xwedî helwest.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê Katih Rîkabî diyar kir ku wê Komîteya Ewlehî û Parastinê vê mijarê di civîna xwe de nîqaş bike û bigihîne serokatiya parlamantoyê.

Back to top button