Baku, hêzên Ermenî bi topbarankirina bajarê Kence tawanbar kir

Tevî ragihandina agirbestekê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, şerê li Qerebaxê dewam dike.
Herî dawî Azerbeycanê, hêzên Ermenî bi topbarankirina bajarê Kence yê Azerî tawanbar kir, lê Ermenistanê ev yek red kir.
Li aliyekî din rojnameya ”Independent” a Brîtanî eşkere kir, ku li cem wan belge hene ku çeteyên Sûrî li Qerebaxê şer dikin.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku hêzên Ermenistanê bajarê Kence yê Azerbeycanê topbaran kir.

Li gorî desthilatdariya Azerbycanê, di encama vê topbaranê de 5 kes hatine kuştin û 28 jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Ermenistanê ev nûçe red kir û ew bi agahiyên tevlihev bi nav kir.

”Independent” teqez dike ku Tirkiye çete şandine Qerebaxê

Li aliyekî din, rojnameya ”Independent” (Ên-dî-pên-dint) a Britanî eşkere kir ku wê hin mikurhatin û belge bi dest xistine ku dewleta Tirk, çeteyên Sûrî şandine Qerebaxê.

Li gorî rapora rojnameyê, bi sedan çeteyên Sûrî alîkariya hêzên Azerî di şerê li dijî Ermenistan ê li herêma Qerebaxê de dikin.

Rojnameyê destnîşan kir jî ku ev çete bi rêya şîrketeke ewlekariyê ya Tirkî, ji bo Qerebaxê hatine şandin û teqez kir ku wê dengên çeteyên Sûrî yên li Qerebaxê, ku bi rêya WhatsAppê ji xizmên xwe re şandine, bi dest xistine.

Rojnameyê di rapora xwe de destnîşan kir ku belge û mikurhatinên li cem wê, berovajî redkirina Tirkiye û Azerbeycanê ne ku dibêjin; çeteyên Sûrî li Qerebaxê tune ne.

Back to top button