Danûstandinên Lîbî bi serperiştiya NY li Tûnisê tên lidarxistin

Şandeya NY li Lîbyayê ragihand ku di dawiya vê mehê de, danûstandinên Lîbî li Tûnisê berdewam dikin.

Şandera NY li Lîbyayê Stephanie Williams destnîşan kir ku, ji bo beşdariya van civnînan, divê kesên ku di desthilatdariya cîbicîkar de hatine erkdarkirin, beşdar nebin.

Stephanie, bi daxuyaniyekê diyar kir ku NY dê danûstandinên yekser di navbera her du şandeyên komîteya leşkerî ya hevbeş de, ku wê 19 Cotmehê li Cinêvê dest pê bikin, bi rê ve bibe.

Şandera NY da zanîn jî ku ew ê danûstandinên di navbera şandeya Parlamen û ya Meclisa Bilind a dewletê, ku dê ji 11 heta 13 Cotmehê li Qahîrayê werin lidarxistin jî, bi rê ve bibe.

Stephanie destnîşan kir ku armanc ji van danûstandinan, pêkanîna hilbijartinan di demeke nêzîk de, vegerandina serweriya Lîbya û rewabûna demokratîk a dezgehên Lîbî.

Back to top button