Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 37 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin, 2 jî mirin.
Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku, 2 kes ji ber corona mirin, yek ji wan ji Hseskê ye û yê din ji Girkê Legê.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî.
- 15 li Hesekê
- 10 li Qamişlo
- 3 li Dêrik
- 2 li Dirbêsyê
- 2 li Rimlêlan
- 1 li Girkê Legê
- 1 li Tirpêsbiyê
- 1 li Tebqa
- 1 li Şehba
- 1 li Çil Axa
Mistefa da zanîn jî ku 12 kes ji vîrûsa coronayê baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara kesên ku li herêmê nexweş ketine, 2351 kesan, 79 kes mirine û 571 jî baş bûne.