Fermandariya Bîryargeha NPG’ê: Fermandarê herêma Botanê Egîd Civyan şehîd bûye

Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan tevî du gerîlayan şehîd bûye.
NPG’ê ji malbata gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşînê dubare kir.

Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan bi nave xwe yê din Wehdetîn Karay tevî du gerîlayan 11’ê Îlonê qada Masîro ya navçeya Şaxê a Wanê di şerekî dijî hêzên artêşa Tirk ya dagirker de bi lehengî şehîd bûye.

Fermandariya NPG’ê li ser jiyan û têkoşîna Fermandar Egîd ev tişt got,

“Hevrê Egîd Civyan di sala 1975’an de ewladekî Kurdistanê bû ku ji hembêza gelê Geverê yê welatparêz rabû. Hê di dema ciwaniya xwe de li zanîngehê fikir û pergala Rêber Abdullah Ocalan nas dike.
Fermandar Egîd Civyan di sala 1995’an demeke ku êrîşên dijmin li Kurdistanê zêde bûne û têkoşîna gel û gerîla jî mezin buye de, zanîngehê diterikîne û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe.
Di nava 26 salan de li çiyayê Kurdistanê têkoşîneke bê navber dimeşîne. Di qadên mîna Zagros, Botan, Çarçela, Kato, Herêmên Paratinê yên Medyayê têkoşîneke bê eman dimeşîne û timî li eniyên pêş cihê xwe digire.”

NPG’ê diyar kir, Fermandar Egîd bi hestên xwe yên welatparêziyê, bi hişmendiya şoreşgerî û bû fermandarekî leheng yê Apocî ku tatkîkên êrişê û parastinê bi rengekî aqilane koordîne dikir û di vê mijarê de mohra xwe danî binê serketineke mezin.

Fermandariya Bîryargeha NPG’ê: Hevrê Egîd ji bo rizgarkirina Şengalê bi roleke dîrokî rabû

Fermandariya NPG’ê bal kişande li ser êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê û rola Fermandar Egîd ya parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şengalê de wiha dewam kir:

“Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxê ya 2014’an êrîşî Şengalê dikin, Fermandar Egîd Civyan fermandariya gerîlayên ku ji bo parastina gelê Êzidî diçin Şengalê, kir. Fermandar Egîd di vê pêvajoyê de bi roleke dîrokî rabû û ji bo ku gelê Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê biparêze û rizgar bike têkoşîneke mezin kir. Bû yek ji kesayetên dîrokî ku operasyona rizgarkirina civaka me ya Êzidî ya hovîtiya DAIŞ’ê bi rê ve bir, bi fedakariyeke mezin, gelê me ji nava lepên hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kir.
Ji bo gelê Êzidî yê ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê derketibûn çiyayê Şengalê xebatên parastina wan dikir û û di nava çend rojan de rê vekir ku 150 hezar welatiyên Êzidî bighêjin Rojavayê Kurdistanê.”

NPG’ê destnîşan kir, Fermandar Egîd bi mehan êrişên li ser Çiyayên Şengalê da şikandin, di dawiya dawî de jî xwe berda navenda Şengalê û demeke dirêj şerê li nava bajêr bi rê ve bir û got,

“Di operasyona rizgarkirina navenda bajarê Şengalê û tevahiya Şengalê de bi roleke girîng rabû û wezîfeya xwe ya li vê qadê bi rengekî serketî temam kir. Hevrê Egîd ku 3 salan li Şengalê bi erka fermandariyê rabû, gelek xizmetên girîng kir û piştî ku di rûniştandina sîstema azadîparêz a li Şengalê de roleke girîng lîst, ji Şengalê veqetiya.”

Fermandariya Bîryargeha NPG’ê di dawiyê de ji bo li ser rê û xeta wan bibin gerîlayên serketinê yên Apocî em ê teqez bi ser biekevin û vê xeta lehengiyê bi serketinê tacîdar bikin.

Back to top button