Yekîtiya Nivîskarên Kurdên Sûriyê yên herêma Cizîrê, bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriyê yên li ser Serê Kaniyê û Girê Spî şevbêrkeke helbestan li dar xist.
Şevbêrk li hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û nûnerên partiyên Kurd û civaka sivîl hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdên Sûriyê Qadir Egîd axivî û got:
“Divê rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina yekîtiya niştimanî kar bikin da ku karibin hêviyên gelên Serê Kanî û Girê Spî ya vegera li warê xwe pêk bînin.”
Egîd, bang li hemû partî û hêzên siyasî yên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û yekîtiya xwe ava bikin da ku trajediya Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê dûbare nebe.
Piştî axaftinan, helbest hatin xwendin û kurtefîlma ku nivîskar Mizgîn Tahir li ser Serê Kaniyê amade kiribû, hate pêşandan.