Ji ber şewata ku li herêmên beravên Sûriyê derketine, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxyaniyekê xemgînî û piştgiriya xwe ji şêniyên herêmê re, nîşan da. Rêveberiyê bang li civaka navnetewî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe.
Beriya çend rojan, li daristan û erdên çandiniyê yên parêzgehên Humis, Tartûs û Lazîqiyê yên Sûriyê, şewat derket.
Ji ber şewatê heta niha rûberên berfireh şewitîn û rê li ber zirarên mezin vekir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya bi şêniyên herêmên beravên Sûriyê û herêmên din ku şewat lê rû didin, nîşan da.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand, ku ew ji ber bobelata li herêmên perava Sûriyê û ziyanên wê yên mezin li daristan û hin gund û bajarokan, bi fikar in.
Ehmê bang li civaka navnetewî kir ku li hember welatiyên ku ziyan gihîştiye mal û milkên wan, bi berpirsyariya xwe rabe.
Wezareta Çandiniyê ya hikumeta Şamê jî ragihand, ku hemû şewatên li herêmên perava Sûriyê û gundewarê rojhilat yê Homsê, hatine kontrol-kirin.