
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 1. a Şehadeta Sekretera Giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef, daxuyaniyek da.
Partiya Sûriya Pêşerojê destpêkê sersaxî ji malbata Ş. Hevrîn, Ferhad Remedan û hemû malbatên Şehîdan re xwest.
Partiyê da xuyakirin ku dewleta Tirk der heqê gelê Sûriyê de hemû cure sûc û binpêkirin kirine û heta niha jî ev kirin didomin.
Partiya Sûriye Pêşerojê destnîşan kir ku ew ê li hember vê dagirkeriya faşîzm heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, li ber xwe bidin û bang li hemû ciwanên Sûrî yên li hundir û derve û bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi girseyî Ş. Hevrîn bi bîr bînin û kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.
Partiyê her wiha di daxuyaniyê de banga darizandina tevahiya sûcdar û qirkerên gelên Sûriyê kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya daxuyaniya xwe de soza domandina rêya Hevrîn Xelef da, heta gihîştina Sûriyeke azad û demokratîk.