KCK: Peyman û helwesteke ku bê îradeya Êêzidiyan nayê qebûlkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî peymana di navbera Iraq û PDK’ê de diyar kir, divê pêvajoya hevdîtin û bîryardayînê bi beşdariya Rêveberiya Xweser ya Şengalê bê meşandin û got, “Li hevkirin û helwesteke ku îradeya Êzidîyan ji nedîtive were xetere û nayê qebûlkirin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê lihevkirina navbera Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê ku 9’Cotmehê hate eşkerekirin, daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir detay û aliyên peymanê bi berfirehî hê nehatine eşkerekirin û da zanîn ev lihevkirin li derveyî îradeya Şengalê ye û got,

“Rêveberiya Şengalê ragihand, wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin. Lewma em piştgiriyê didin daxuyaniyên xwediyên esasî yên Şengalê, îradeya Şengalê û rêveberiya Xweser.”

KCK’ê bal kişande li ser êrîşên DAIŞ’ê yên 2014’an ên li ser Şengalê û hêzên ku Êzidî di nava komkujiyê de hiştin û wiha dewam kir,

“Nayê qebûlkirin ku zarokên Şengalê yên Şengal rizgar irine weke li derveyî qanûnan û hêza divê bê derxistin pênase bikin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê rewa ye û fermî ye. Yên ku civaka Êzidî di nava qirkirinê de hiştin û reviyan, radibin yên ku civaka Êzidî parastine weke ‘hêza divê bê derxistin’ pênase dikin. Ev yek ne siyasî ye, ne exlaqî ye, ne mirovî ye ne jî wijdanî ye. Yên ku bûn sedem ku jinên Êzidî li bazarên koleyan bên firotin, nabe ku têkildarî civaka Êzidî û Şengalê biryarê bidin.”

KCK’ê diyar kir, peyman û hevdîtina ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û gelê Şengalê di nav de nîne, tê wateya nenaskirina îradeya civaka Êzidî ya li Şengalê û got,

“Felaketeke hê mezintir e ku ev yek di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de tê kirin. Hevdîtin û peymanên ku li pişt deriyan, bi dîplomasiyeke veşartî bi şêweyê ‘min kir û bû’, tê wê wateyê ku dema bê wê ferman û komkujî li ser civaka me ya Êzidî dewam bikin.”

KCK’ê diyar kir, çapemeniya PDK’ê ku mîna navenda şerê taybet propagandayê dike û dibêje “Hêzên PKK’ê yên li herêmê wê bên derxistin parçeyek ji propaganda qirêj û reşkirinê ya dewleta Tirk e û şermezar kir.

KCK: Divê gel li hember vê planê helwestê nîşan bide

KCK’ê da zanîn şert e ku pêvajoya hevdîtinê û biryardanê ya bi beşdariya rêveberiya xweser ya Şengalê bê meşandin û got, “Helwestên li derveyî vê yekê metirsîdar in û nayên qebûlkirin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir divê gel li her cihî li dijî vê rewşê helwestê nîşan bide û bikeve nava liv û tevgerê û bang li Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî jî kir ku li hemberî van helwestên şaş ên ku li ser pêşeroja civaka Êzidî metirsîdar in, helwestê nîşan bide.

Back to top button