Pêkhateyên Şengalê: Em ti bîryarên ji derveyî îradeya xwe qebûl nakin

Îro pêkhateyên Şengalê li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku ji derveyî îradeya gelê Êzidî pêk hatiye meşiyan û diyar kirin ew ti bîryarên ku ji derveyî îradeya Şengalê bên girtin, qebûl nakin.

Pêkhateyên Şengalê îro li dijî peymana li ser Şengalê ku di navbera PDK’ê û Hikûmeta Iraqê de hat girtin, meşek li darxistin.

Hêjmareke zêde oldar, serokeşîr, nûnerên partî û rêxistinan jî beşdarî meşê bûn.

Meşê li navenda Şengalê destpê kir heta çerxerêya Qibayîl dewam kir. Di meşê de pankartên “Em ti biryarên derveyî Îradeya gelê Şengalê qebûl nakin”, “Em desthilata Herêma Kurdistanê li ser Şengalê qebûl nakin” hatin hildan.

Li çerxerêya Qibayîl daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin hêzên Iraqî û hêzên başûr li hemberî DAIŞ’ê tiştek nekirin, gelê Şengalê bi berxwedaneke mezin û berdêlên giran Şengal rizgarkirin û wiha hat gotin:

“Em piştgiriya vegera hemû Êzidiyan li ser warê xwe, jinûve avakirina Şengalê û çareserkirina pirsgirêkan dikin.
Lê bêyî îrade û beşdarbûna kesên ku di oxira rizgariya vê herêmê de qurbanî dane, bêyî beşdarbûna malbatên kesên hatine revandin derbarê rêvebirina bajarê me de biryar tên girtin. Ev biryar ji aliyê kî de hatibe girtin û kî piştgiriyê dike bila bike, em ti bîryarên bi vî rengî qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de daxwazên gelê Şengalê bi van xalan hat ziman:

1-Derbarê rêvebirina bajar de çi biryar bê girtin, pêwîste gelê Şengalê jî di nav de cîh bigre.

2-Ji bo danustandinên têkildarî Şengalê û beşdarbûna gelê herêmê pêwîste lijneyek were avakirin.

Back to top button