Hevrîn Xelef li navçeya Sirîn ya Kobanê hat bîranîn

Ji bo bîranîna Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef gelek çalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Sirîn ya Kobanê, Heleb û Reqayê çalakiyên cur be cur pêk hatin.

Di çalakiyan de şehîd Hevrîn Xelef hat bîranîn û hat diyar kirin ku şehîd Hevrîn ji bo pêkanîna rêgezên pirrengî, demokrasî, nenavendîbûn dixebitî.

Sibe salvegera yekemîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e.

Bi vê boneyê şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ji bo bîranîna Hevrîn dest bi çalakiyan kirin.

Di vê çarçoveyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo şêniyên navçeya Sirîn a kantona Kobanê civînek li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna endamên partiyê li navenda çand û Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin.

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê hat şermezarkirin.

Her wiha li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê daxuyniyek hat dayîn û têde Hevrîn Xelef hat bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Hevrîn Xelef ji bo aştî û biratiya pêkhateyan têdikoşiya.

Partiyê da zanîn ku ew ê li ser şopa Hevrîn Xelef û hemû şehîdên azadiyê heta dawiyê bimeşin.

Li Helebê pêşangehek wêneyên Hevrîn Xelef hat vekirin

Bi heman armancê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê jî pêşangehek wêneyên Hevrîn Xelef vekir.

Bi dehan ji şêniyên taxa Şêx Meqsûd beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Di vekirina pêşangehê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê Mihemed Hecî axivî Hevrîn Xelef bîranî.

Jinên Reqayê Hevrîn Xelef bîr anîn

Jinên bajarê Reqayê jî bi heman armancê civînek li navenda Rêveberiya Jinan li dar xist.

Nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Rêveberiya jinan a Reqayê di civînê de amade bûn.

Di civînê de cîgira Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê Zuleyxa Ebdî axivî û behsa têkoşîna Hevrîn Xelef kir.

Zuleyxa Ebdî anî ziman ku şehîd Hevrîn ji bo pêkanîna rêgezên pirrengî, demokrasî, nenavendîbûn dixebitî.

Piştre sinevîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan û mûm hatin pêxistin.

Bîranîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Back to top button