Aliyên Lîbî li Qahîrayê dest bi danûstandinan dikin

Ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê, aliyên Lîbî li Qahîrayê danûstandinan dikin, Misir dibêje, ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê rêya yekane rêbaza siyasî ye

Bi pêşengiya Netewên Yekbûyî, aliyên Lîbî li paytexta Misir Qahîrayê dest bi danûstandinan kirin.

Di danûstandinan de şandeyên Parlemena Lîbî ya girêdayî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û Meclisa Bilind ya Dewletê ku girêdayî Hikûmeta Wîfaqê ye, beşdar bûne.

Di rûniştina destpêkê de, Serokê Istixbarata Misirê, Ebas Kamil, aixî û helwesta Misirê ya ne-guhêr ji bo çareseriya li Lîbyayê bi rêbazên siyasî destnîşan kir.

Ebas Kamil got ku rêbaza siyasî riya yekane ye ji bo çareseriya giştî li Lîbyayê.

Hat zanîn ku danûstandinên aliyên Lîbî li Qahîrayê, wê 3 rojan dewam bikin.

Beriya çend rojan jî li bajarê Bûznîqa ya Mexribê diyalogên navbera aliyên Lîbî de bi dawî bûbûn.

Di danûstandinên li Mexribê de, aliyên Lîbî li ser mekanîzma bijartina erkên sereke yên li welêt li hev kiribûn.

Back to top button