Meclisa Partiya Sûriye Pêşerojê ya Tebqayê jî bi boneya salvegera yekemîn a şahadeta Hevrîn Xelef, li keviyên Firatê daxuyaniyek da.
Meclisê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kesayeta Hevrîn Xelef û got:
“Rêheval Hevrîn ne tenê kesayeteke Sûrî bû, belê ew kesayeteke sembol ku têkoşîna aştî û yekîtiya gelan dikir bû.
Hevrîn şehîda zindî di dil û rihê me de ye. Ew têkoşer e û ji bo oxira parastina welat canê xwe da.”
Meclisa Partiya Sûriye Pêşrojê ya Tebqayê, ne-cezakirina kujerên Hevrîn xelef û bêdengiya hêzên derve rexne kir û da zanîn ku di kesayeta Hevrîn de biratiya gelan hatiye armanckirin.
Meclisê soza şopandina rêya Hevrîn xelef da û li qeraxa Çemê Firatê wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan û mûm ji bo bîranîna wê vêxistin.