Mismarî: Pirsgirêka rasteqîn li Lîbyayê, tevgera Ixwanan e

Di dema dawî de, ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê, aliyên Lîbî ketine nava tevgerê û gelek civîn di vê derbarê de tên lidarxistin.
Berdevkê artêşa niştimanî Ehmed Mismarî bang li NY kir ku hemû pêvajoyên aştiyê yên Lîbî bike yek.
Her wiha duh li Qahîrayê jî, civînên pêvajoya destûrî di navbera şandeya Parlamen û şandeya dewletê de dest pê kir.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku pirsgirêka rasteqîn li Lîbyayê, tevgera Ixwanan e ku tevliheviyê li herêmê çêdike.

Mismarî bang li NY kir ku pêvajoyên aştiyên tevan bikin yek û destnîşan kir ku Misir, li gorî nêrîna artêşa Lîbî di şerê li dijî terorê de, dixwaze dawî li aloziya Lîbî bîne.

Berdevkê artêşa niştimanî anî ziman ku hin aliyên navdewletî hewl didin destê xwe deynin ser samanên Lîbyayê û da zanîn ku xebitandina zeviyên Şerara û El-Fîl ên petrolê, gaveke erênî ber bi lihevkirinê ve ye.

Li gorî Ehmed El-Mismarî, divê dewletên cîran bigihêjin wê baweriyê ku dijminê wan yek e.

Civînên pêvajoya destûrî li Qahîrayê dewam dikin

Girêdayî heman mijarê, duh aliyên Lîbî li Qahîrayê, dest bi civînên pêvajoya destûrî kir.

Serokê Istixbarata giştî ya Misirê Lîwa Ebbas Kamil di destpêka civînan de axivî û teqezî li ser çareserkirina aloziya Lîbî dûrî destwerdanên derve kir.

Tê zanîn, civînên li Qahîrayê wê 3 rojan dewam bikin, tê de nûnerên Parlamen, nûnerên Meclisa Dewletê û endamên desteya destûrê beşdar dibin.

Back to top button