Meclisa Jinan a Sûriyê der barê şewatên dawîn ên li herêmên beravê yên Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatdariya siyasî û destwerdana navnetweyî sedema karest û şewata li Sûriyê ye.
Meclisa Jinan a Sûriyê anî ziman ku piştî sûc û komkujiyên bênavber ên li dijî Sûriyan û mirin û koçkirina bi milyonan sivîl, îro Sûrî li beramber bûyereke din in ku daristanên wan û zeviyên zeytûnan tên şewitandin.
Meclisê berpirsyartiya vê yekê jî, bi binketina dewleta Sûrî ji hemû aliyan ve, girêda.
Meclisê bang li gelê Sûrî kir ku li gorî rêgezên nîştimanî û Sûriyê tev bigerin, da ku bi hev re parastina welat bikin û ber bi aştî, ewlehî û azadiyê ve bibin.
Meclisa Jinên Sûriyê piştevaniya xwe bi tevahî qurbanan re ragihand û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember karesaeta Sûriyê berpirsiyar be.