Sîham Dawûd: Divê Tirkiye û çeteyên wê ji ber şehîdxistina Hevrîn Xelef werin darizandin

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Sîham Dawûd û Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro banga darizandin sûcdarên ku Hevrîn Xelef şehîdxistin kirin û gotin:” Em hewl didin ku dosyaya Hevrîn Xelef rakin dadgehên navneteweyî û dadgeha mafên mirovan a Ewropayê, ji ber ku hedefgirtina jinên siyasetmedar dûrxistina jinan ji xebata siyasî ye”.

Di 12’ê Cotmeha 2019’an de, Hevrîn Xelef tevî ajokarê xwe dema ji bajarê Hesekê diçûn bajarê Reqayê li ser rêya M4 ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat hedefkirin.

Bi boneya salvegera 1. a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û got:

Hevrîn Xelef banga avakirina Sûriyeke aştî dikir û hewl dida ala aştiyê li tevahî Sûriyê li ba be.

Hevrîn bû sembola jina siyasetmedar a azad, gelek jinên li cîhan û Sûriyê bi Hevrîn Xelef bandor bûn.

Sîham dibêje:

Piştî şehadeta hevrê Hevrîn, gelek dengên piştgiriya bi doza wê re bilind bûn.

Lê belê tenê piştgirî têrê nake, lewra divê dengên kesayetên jin ên serbixwe û rêxistinên navneteweyî yên piştevanî dan doza Hevrîn, bibin yek da ku sûcdaran darizînin.

Cîhan Xidiro: Hevrîn ji bo azadiya jinan têkoşîn dikir

Her wiha Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro der barê şehadeta Hevrîn Xelef de nerînên xwe anîn ziman.

Cîhan diyar kir ku têkoşer Hervîn, her tim ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di nava tevgerê de bû.

Cîhan anî ziman ku:

Hevrîn Xelef jineke serhildêr bû, xeyala wê ew bû ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin û jin bighêjin mafê xwe yê rewa û azad bijîn.

Hovitiya dewleta Tirk û komên girêdayî wê a li dijî Hevrîn pêk anî, dervayî exlaqê mirovan bûn.

Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku destek bidin hev û dewleta Tirk a dagirker ji herêmên xwe derxînin.

Back to top button