
Nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê a li ser Şengalê diyar kir ku planeke herêmî li dijî destkeftên gelê Şengalê heye.
Berdevkê Yekîtiya Kominîstên Iraqê Elî Mewludî nerazîbûna xwe li dijî lihevkirinê nîşan da û anî ziman ku armanca lihevkirinê, jiholêrakirina ezmûn û destkeftiyên gelê Şengalê ye.
ElÎ Mewludî da xuyakirin ku PDK’ê dixwaze Şengalê ji bo berjewendiyên bixe nava tevliheviyan got:
“Divê hemû aliyên siyasî piştgiriya gelê Şengalê bikin û bi tundî li dijî vê lihevkirinê derkevin.”
Her wiha li ser navê Partiya Şûî ya Kurdistanê Luqman Zindanî da zanîn ku Hewlêr û Bexda li ser daxwziya Tirkiyê li hev kiriye bê ku daxwziyên Şengaliyan berçav bigirin.
Luqman Zindanî destnîşan kir ku divê ev lihevkirin were sererarstikin û bang li gelê Êzidî kir ku xwîn, qurban û têkoşîna xwe ji bîr nekin û vê lihevkirinê nepejirînin.