CNN: Dibe ku siyaseta Erdogan a derve bigihêje rêyeke xetimî

Siyaseta Erdogan û desthilata AKP-MHP’ê ya ku bingeha wa nijadperestî û faşîzme, her diçe li hundir aloziyê kûr dike û li derve jî weke tahlûke tê dîtin û her diçe Tirkiye bi tenê dibe.
Der barê ve yekê de, CNN a Amerîkî raporek amade kir û diyar kir ji bilî çend welatan alîgirê Tirkiyê nemaye û di demek nêz de wê Tirkiye û aboriya wê bikeve nava krîzekê.
Her wiha tê gotin, dibe ku siyaseta derve ya serokê AKP’ê Erdogan jî bixetime.

Dewleta ku şaxên xwe li her derê belav kiriye û pê re pirsgirêkên xwe yên hundir dinuxumîne, îro jî ev siyaset dibe bela serê wê..

Dewleta Tirk ji ber vê siyaseta xwe ya derve, dibe ku welat di demeke nêz de hilweşîne..

Tora CNN a nûçeyan a Amerîkî, di raporeke xwe de, balê dikişîne ser vê siyasetê û dibêje;

Dibe ku siyaseta derve ya serokkomarê dewleta Tirk Erdogan, bigihêje rêyeke xetimî.

Li gorî raporê, ev yek di encama têkçûna aborî û helwesta civaka navdewletî ya li dijî siyasetên Erdogan de ye.

Dewleta Tirk li gel zextên ku li dijî gelên Tirkiyê bi kar tîne, ji kuştin, binçavkirin, girtin û êşkenceya di zindanan de, destwerdanê li welatên cîran jî dike û binpêkirinên hovane der heqê sivîlan de pêk tîne.

Rapora CNN’ê di vê der barê de destnîşan kir ku, “Erdogan di 20 salên borî de, ji bo cihê Tirkiyê di nava welatên cîhanê de kar kir û di destpêka ‘Buhara Ereban’ de li gelek dewletên Ereb, alîgirên wî bi ser ketin.

Lê di dema niha de, ji bilî Qeter, Somal û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbî, ti hevalbendên Erdogan nemane, berevajî wê, li piraniya dewletên Erebî û Islamî dijminahiya wî zêde bûye, nexasim li Misir, Îmarat, Fransa, Yûnanistan û Qibrisê”.

Rapora CNN bal kişand ser hundirê Tirkiyê jî û anî ziman ku hikumeta Erdogan derbên giran ji ber belavbûna Corona, têkçûna abora welêt û zêdebûna tecrîda navdewletî, xwarin.

Li gorî raporê, tê texmînkirin ku abora Tirkiyê sala bê bêhtir têk biçe.

Ne tenê li ser asta navdewletî, lê belê tecrîda Erdogan li hindirê welêt jî her ku diçe kûrtir dibe, nexasim ji kesên ku di demekê de pir nêzî wî bûn.

Herî dawî serokê partiya Pêşerojê ya Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu, ku beriya niha serokwezîrê hikumeta Erdogan bû û kesekî nêzîkî wî bû, rexneyên tund li Erdogan kir û ji bo Tirkiyê ew weke bobelatekê nîşan da.

Dawud Oglu got:

”Erdogan daxwaza sebrê li ser bobelatan dike, lê kî sedema van bobelatan e, eger ew behsa xizanî, bêkarî, têkçûna aborî, gendelî û sîtemkariyê deke, divê mirov bipirse, kî sedema van bobelatan e..?

Dawud Oglu bersiva pirsa xwe jî dide û dibêje:

” Bobelat hûn in, bobelata herî mezin ku bi ser gel de hatiye, rejîma Erdogan e ku welat kiriye şîrketeke malbata xwe.

Daxwaza Enqereyê ya berfirehkirina desthilata xwe li welatên derdorê ne tiştekî nû ye, tiştê hiştiye ev yek hêrsê li cem welatên Ewropî û hem ên Ereb jî çêbike, lê tevî vê jî ti gav bo astengkirina van xewnên ne rewa nayên avêtin..

Back to top button