Reqa..Akademiya Ş. Idrîs Mihemed dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir

Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a Hêzên Asayîşa Reqa bi maresîmekê dewreya 45’an a perwerdeyê ya bi navê Ş. Mihemed Ibrahîm bi dawî kir.

Perwerdê 20 rojan dewam kir û 111 endam ji pêkhateyên cuda ji herêmên Reqayê tevlî bûn.

Fermandarên Hêzên Asayîşê, Komîteya Hundirîn a Reqayê, rêveberiya Akademiya Ş. Idrîs Mihemed û rêveberiya Akademiya Şehîd Elî El-Milhim a gundewarên rojhilata Tebqayê beşdarî merasîma dawîkirinê bûn.

Di dawiya dewreyê de merasîmek hat lidarxistin.

Rêveberên Komîteya Hundirîn a Reqayê Hesen Tohmê û rêveberiya Akademiya Şehîd Idrîs, Mihemed El-Derwîş li ser rola Hêzên Asayîşê di pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê de axivîn û serketin xwestin.

Piştî axaftinan, endamên derçûyî bi sond-dayînê, soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin.

Back to top button