289 kesên ku di kampa Holê diman, vegeriyan cih û warên xwe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya rêveberiya kampa Holê xebatên vegera koçberên di kampê de yên ku dixwazin vegerin malên xwe didomîne.

Îro danê sibê koma 27’an a koçberên Dêra zorê ku li kampa Holê diman bi kefaleta rûspiyên êşîrên herêmê hate derxistin.

Koma 27’an ji 73 malbatan ango 289 kesan pêkdihat. Ji ber ku têkilêyên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re tune bû ji kampê hatin derxistin û vegeriyan cih û warên xwe.

Biryara vegerandina koçberên Sûriyeyî li bajarên wan piştî civîna eşîrên li bakur û rojhilatê Sûriye bi Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’re di 23’ê Adara 2019’an de, hat girtin.

Back to top button