Rûsyayê qebûl nekir Tirkiye beşdarî hevdîtinên li ser Qerebaxê bibe

Rûsyayê qebûl nekir ku Tirkiye beşdarî danûstandinên têkildarî pêşeroja Qerebaxa Çiyayî ku Azerbeycan û Ermenîstan li ser şer dikin, bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Zohrab Mnatsakanyan civîneke çapemeniyê lidarxistin.

Lavrov diyar kir ku divê di bin çavdêriya Rûsya, Emerîka û Fransayê de hevdîtinên ji bo çareseriyê dewam bikin.

Lavrov pêşniyara ku Tirkiye jî beşdarî hevdîtinên ku ji bo pêşeroja Qerebaxê tên kirin bibe, red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê jî got, Tirkiye a ku piştgiriyeke çalak dide Azerbeycanê wê navbeynkariyê neke.

Şerê ku di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de li ser Qerebaxa Çiyayî di 27’ê Îlona îsal de destpê kir piştî 13 rojan bi agirbesteke demkî rawestiya.

Lê tevî agirbestê jî alî hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Back to top button