Şêniyên Dêrazorê li herêma Meamil Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bi bîr anîn.
Rêveberiya Jinan a Dêrazorê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan û ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Sûriyê konê çalakiyê li herêma Meamil vegirt.
Konê çalakiyê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û pankartên “Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” hate xemilandin.
Bi dehan şêniyên gundên Dêrazorê, tevî nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, herikin bibin kon û şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bi bîr anîn.