Rûsya giliyê Ermenistanê rakir “Minsk” û hêvî kir ku peywendiyên wan bi her du aliyên şer re, bi sûd bin.
Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov teqez kir, ku welatê wî gilînameya Ermenistan a li dijî Azerbeycanê, rakir koma “Minsk”a ku ji bo navbeynkariyê hatiye avakirin.
Lavrov hêvî kir ku hevpeywendiyên wan ên bi Baku û Yerîvanê re, agirbestekê pêk bînin.
Ev axaftin, di kongreyeke çapemeniyê navbera wî û hempîşeyî wî yê Ermen li Moskoyê de pêk hat.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan jî axivî û diyar kir ku hikumeta wî ji bo aloziya Qerebaxê, bi Rûsyayê re dixebite.
Li beramberî vê, Azerbeycanê koma “Minsk” bi ya “bialî” pênase kir û banga beşdariya dewleta Tirk, bo çareserkirina aloziyê kir.