Ji ber keştiya “Oruç Reis”, Yekîtiya Ewropayê careke din hişyariyê dide Tirkiyê û mijara wê li ser maseya lûtkeya Ewropî ya bê ye.
Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell ragihand ku biryarên Enqereyê yên dawî ne di cih de ne û dê herêmê ber bi tengijîneke nû ve bibin.
Ev daxuyanî, piştî Enqereyê ragihand ew ê keştiya “Oruç Reis”, careke din bişîne peravên Yûnanistanê, hat dayîn.
Borrell her wiha da zanîn jî, ku ew ê mijara şandina keştiya Tirkî di lûtkeya Ewropî de, ku wê Pêncşem û Înê li Burkselê were lidarxistin, nîqaş bikin.
Wezîrê Derve yê Yûnanistanê jî ,şandina vê keştiyê şermezar kir û ew bi “şerê tirsnak” û “gefa li ewlehî û aştiyê” bi nav kir.
Fransa jî hişyarî da û bang li Tirkiyê kir, ku dest ji arandinan berde û dest bi danûstandinan bike”.