Kurd û Ermen li Îtalyayê daketin qadan

Kurdistanî, Ermen û Îtalyayî li dijî şer û êrîşkariya rejîma AKP-MHP’ê çalakiyek li dar xist.

Kurdistanî û Ermen duh li herêma Campobasso ya Îtalyayê mîtîngeke hevpar li dar xist.

Di mîtîngê de, jineke Ermen a bi navê Sûsan qala fermana gelê Ermen a ji sala 1915’an heta vê serdemê kir.

Nûnerê rojnameya Îl Bene Comûne jî bal kişand ser êşkence û tecrîda li ser Rêber Ocalan û bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava “dema azadiyê” bibin.

Li bajarê Strasbûrg a Fransayê jî, starta çalakiya rûniştinê ya ku wê mehekê di çarçoveya pêngava KCK’ê de ya “Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” bidome, dest pê kir.

Back to top button