Rêveberiya Xweser projeya sererastkirina nexweşxaneya Hecînê ya li Dêra Zorê ragihand.
Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir ku ji bo başkirina rewşa tenduristiyê li Dêra Zorê, dest bi vê projeyê hatiye kirin.
Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku wê Rêveberî di nava 4 mehan de, sererastkirina naxweşxaneyê bi dawî bike.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî nexweşxaneya Hecînê, wê Rêveberiya Xweser dest bi sererastkirina nexweşxaneya Ebû Hemam jî bike.
Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid da zanîn ku ew ê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û tenduristiyê, gelek projeyan bidin destpêkirin.