MSD’ê komxebata xwe li Qamişlo li dar dixe

Bi dirûşmeya “Ber bi kongreyeke niştimanî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê”, MSD’ê komxebata xwe ya 8. li bajarê Qamişloyê li dar dixe.

Di komxebatê de, 130 delege ji nûnerên hemû beşên civakî, kesayetên siyasî yên serbixwe, nûnerên partiyên li herêmê û şêx û rûspiyên êlan beşdar bûn.

Komxebat wê ji aliyê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed, Serokê partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm bê birêvebirin.

Li gorî agahiyan, di komxebatê de wê bandora diyalogên Sûrî-Sûrî û diyogên Kurdî-Kurdî li çareseriya siyasî, bên nîqaşkirin.

Herî wiha têkiliyên dîrokî navbera gelê herêmê û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser û mekanîzmeya pêşxistin saziyên Rêveberiyê de bên nîqaşkirin.

MSD’ê heman komxebat li Hesekê, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê jî li dar xistine..

Back to top button