Almanya ji 1988’an heta niha li dijî Kurdan 1220 doz û lêpirsîn vekiriye

Dewleta Alman ya ku nêzî 40 sale li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û şirîkê komkujiyên li Kurdistanê ye, ji sala 1988’an heta niha li dijî Kurdan bi hênceta endamtiya PKK’ê 1220 doz vekiriye.
Derbarê mijarê de Partiya Çep ya Alman pêşniyarpirsek pêşkêşî himumetê kir û xwest xala 129b ya di Qanûna Cezayan a Alman de bê rakirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi bilindbûna têkoşîna azadiyê re dewleta Tirk ya dagirker ku qirkirin û înkara Kurdan ji bo xwe weke polîtîkayekê pejirandibû, kete nava tirs û xofeke mezin.

Ji bo ku tevgera azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Ocalan mîna serhildanên berê yên Kurdan têk bibe kete nava hevkariyên qirêj û ji bo vê jî her tiştê xwe xist mijara bazarê û pêşkêş kir.

Tevgera Azadiyê ya Kurd a ku li Ewropayê bi taybetî jî li Almanyayê hewl dida pirsgirêka Kurd bixe rojeva cîhanê û ji bo vê jî xebatên aştiyane dimeşand, bû hedefa dewleta Alman.

Di sala 1993’yan di dema serokwezîrtiya Tansû Çîllerê de li Tirkiyê şerê qirêj yê li dijî Kurdan derkete asta herî jor û di qada navneteweyî de jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê demeke nû destpê kir.

Piştî ku Tansû Çîller di Îlona 1993’an de serdana Almanyayê dike, li Almanya êdî xebatên qedexeya PKK’ê jî destpê dike. Di meha mijdarê ya heman salê de jî Almanya PKK’ê dixe lîsteya terorê.

Piştî vê yekê êdî dewleta Alman jî heman polîtîkaya dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne. Zext, girtin, binçavkirinên li dijî Kurdan êdî roj bi roj zêde dibin. Bi heman rengî çekên herî pêşketî jî dide dewleta Tirk û dibe şirîkê komkujiyên li Kurdistanê. Ev yek heta roja îro jî dewam dike.
Di van demê dawiyê de li Almanyayê li dijî Kurdan zext û vekirina dozan jî her diçe zêde dibe.

Hikumeta Federal ragihand ku di çarçoveya xala 129b a Qanûna Ceza ya Alman de ji sala 1988’an heta niha derbarê Kurdan û endamên tevgera azadiyê de 1220 lêpirsîn hatine vekirin.

Hikumeta Federal eşkere kir ku tenê ji sala 2016’an heta 31’ê Tebaxa 2020’an derbarê 786 kesan de 721 lêpirsîn hatine destpêkirin.

Derbarê lêpirsînên li dijî Kurdan û endamên tevgera azadiyê de parlementera Partiya Çep ya Alman Ûlla Jelpke û koma meclîsê ya partiya çep pêşniyarpirsek pêşkêş kirin û tê pirskirin bê ka ji 1’ê Çileya 1988’an heta niha bi giştî di derbarê çend rêveberên PKK’ê de û çiqas lêpirsîn hatine vekirin û çend kesan ceza girtine.

Di bersiva hikumetê de tê gotin, ji 1988’an heta 31’ê Tebaxa 2020’an 1220 lêpirsîn hatine vekirin û di nava heman demê de derbarê 1519 kesan de jî lêpirsîn hatiye vekirin û ji wan hinek kesan jî hatine girtin cezayên zîndanê li wan hatine birîn.

Endamên Tevgera Azadiyê li Almanyayê li gorî xala 129b a Qanûna Ceza ya Alman tên darizandin. Ev xal di sala 1970 de li dijî Koma Artêşa Sor (RAF) hat derxistin û kete meriyetê.

Parlementera Partiya Çep Ûlla Jelpke a ku pêşniyarpirs da hikumetê ji DW re axivî û diyar kir xebatên siyasî û çalakiyên qanûnî yên Kurdan weke sûcekî terorê tê dîtin û ev yek rexne kir.

Jelpke ji hikumetê xwest ku ev xala ku cihê di nava hiqûqê de nîne bê rakirin.

Back to top button