58 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê hatin bîranîn

58 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li navçeya Til Hemîsê hatin bîranîn.
Di merasîmê de hate gotin, şehîdan ji bo ku gelê xwe ji zilmê û koletiyê xilas bikin û destketiyan biparêzin canê xwe feda kirin.

Li Til Hemîsê ji bo 58 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku di Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûne merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê li goristana şehîdan a navçeyê pêk hat.

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê, Til Birak, Til Koçer û Tirbespiyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve destpê kir.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Egîd Sakar axivî û şehîdên berxwedana rûmetê bîr anî û got,

Şehîdan ji bo ku gelê xwe ji zulmê û koletiyê xilas bikin, ji bo ku destkeftiyên ku îro bi saya xwîna wan hatine bidestixistin biparêzin, canê xwe feda kirin.

Ji ber wê ji me tê xwestin ku em asta têkoşînê mezin bikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê hevserokê meclisê Ehmed El-Abawî jî axivî û tevahiya şehîdên azadiyê û rûmetê û şehîd Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde, Zîlan Ereb û Amara bi bîr anîn.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û got,

Em bi şehîdan ser bilind û serfiraz in, wan zulm û zordestî li ser gelên bindest rakirin.

Back to top button