Şehîd Seed Ehmed li Til Temirê bi çalakiyekê hat bibîranîn

Nûçegihanê ajansa ANHA’yê Seed Ehmed di salvegera şehadeta xwe ya 1. de li Til Temirê bi çalakiyekê hat bîranîn.
Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi hedefkirina rojnamevanan xwest rastiya gelê berxwedêr ê herêmê û sûcên xwe veşêre.

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê ji bo salvegera şehadeta nûçegihanê ajansa ANHA’yê Seed Ehmed çalakiyek li dar xist.

Çalakî li gundê Til Nesrî ya navçeya Til Temirê hat li darxistin.

Bi dehan ji şêniyên navçeya Til Temir û hejmarek ji nûçegihanan beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Di çalakiyê de endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Efaf Hesekî axivî û hemû rojnemevanên şehîd bîr anî.

Efaf Hesekî her wiha daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên bakur û rojhilatê Sûrî hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.

Piştre li ser navê ajansa ANHA’yê endamê rêveber Dilşad Cûdî axivî û anî ziman ku şehîd Seed Ehmed ji bo derxistina rastiyê çû Serê Kaniyê.

Çalakî bi stranên şoreşgerî yên komên çand û hunerê yên navçeya Til Temirê dewam kir.

Kurê Apê şehîd Seed Ehmed yê bi navê Welat diyar kir ku ew bi şehadeta Seed ser bilindin.

Di dawiya çalakiyê de serdana gora şehîd Sead Ehmed hat kirin.

Şehîd Seed Ehmed 13’ê Cotmeha 2019’an li Serê Kaniyê ji aliyê dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê de hat şehîdxistin.

Back to top button