Rûsya ji ber şandina çeteyên li Sûriyê ji bo Qerebaxê bi fikar e

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê yê li ser Qerebaxa Çiyayî ku di 27’ê Îlonê de destpêkir 10’ê Cotmehê bi agirbesteke demkî rawestiya.Ji roja agirbest kete meriyetê her du aliyan hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku artêşa Ermenîstanê çar herêmên nêzî Qerebaxa Çiyayî topbaran kir. Lê Ermenîstanê ev îdia derewand û diyar kir êrîşên hêzên Azerî dewam dikin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê Şûşan Stepanyan diyar kir ew van sûcdarkirinên Azerbeycanê qebûl nakin û da zanîn ku Azerbeycan ji bo êrîşan bingehê amade dike.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar hevdîtineke telefotnê pêk anîn.

Wezîrê Parastinê yê Rûs têkildarî şandina çeteyên ji Sûriyê ji bo şerê li Qerebaxê ji Wezîrê Tirk re got, ew ji ber vê rewşê bi fikar in.

Back to top button