Gundên Minbic û Şêrewa hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro, gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran ber êvarê gundê Aqîbê yê Şêrawa careke din topbaran kirin. derbarê encamên topbaranê de agahî nehat bidestxistin.

Di heman demê de dagirkeran Gundên Um Celûd, Til Seyda, Um Edesa û Dendeniyê yên rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan.

Hat ragihandin ku di encama topbaranê de hin sivîl birîndar bûne.

Back to top button