Linde: Enqere şer gur dike û mafên kurdan binpê dike

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde bi zimanekê tûjî Tirkiyê rexne kir û got,  Enqere pevçûnan li herêmê derdixe û jê xwest ku ji Sûriyê vekişe.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde di civîneke çapemeniyê ligel hempîşeyê xwe yê Tirk, Mevlut Çavuşoglu de bi awayekî xurt Tirkiyê rexne kir.

Ann Linde diyar kir ku rejîma AKP’ê şerên li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê gûr dike û bi domdarî serdestiya dewletên Deryaya Spî binpê dike.

Linde bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û got, Enqere ji parçebûna Sûriyê û çewistandina kurdên li wir berpirsyar e.

Her wiha nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên hiqûqî û operasyonên qirkirinê yên li dijî welatiyên kurd ên li Tirkiyê  da.

Back to top button