Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mithat Sancar, bi Wezîra Karên Derve a Swêdê Ann Lînde re civiyan.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Sefaretxaneya Swêdê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde re civiyan.
Berdevdên Komîsyona Karên Derve yên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy jî bi hevserokan re bûn.
HDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan di hevdîtinê de, rola hebûna polîtîk û leşkerî ya Tirkiye li Rojhilata Navîn, Rojavayê Behra Spî û Kafkasya yê, mijarên polîtîkayên ji derve yên peywendiyên YE Tirkiyê, çareseriya aşitiyane ya meseleya Kurd a deskeftiyên li herêmê, êrîşên di serî de li dijî HDP’ê, civaka sivîl û mûxalefeta demokratîk, mijarên weke binpêkirina mafên mirovan û qanûnên dewletê fikrên xwe bi hev re parve kir.