Rêveberiya Xweser Pergala Çavdêriya Giştî ava kir

Pergala Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li gendeliyê ava kiriye, piştî sondxwarinê dest bi karê xwe kir.

Pergala Çavdêriya Giştî, ji meclisa çavdêriya giştî, serokatiya pergala çavdêriyê, komîteyên çavdêriyê û beşan pêk tê.

Armanca wê, pêkanîna çavdêriya çalak a li ser xebata meclis, deste, komîte, saziyên Rêveberiya Xweser û rêveberiyên xweser û sivîl e.

Ew jî ji bo xebata rêveberî bi pêş bikeve, aboriya giştî bê parastin, asta pisporî bilind bibe û dabînkirina xizmetguzariyên şêniyan hêsantir bibe.

Girêdayî mijarê, endamê serokatiya Pergala Çavdêriyê ya Rêveberiya Xweser Mahir Temran anî ziman ku:

“Rêveberiya Xweser xwest ev pergal a sereke be, da ku parêzvanê tecrûbeya Rêveberiyê be, şax, bingeh, gendelî û sedemên wê têk bibe.”

Back to top button