Amerîka banga rawestandina arandinan li Tirkiyê kir

Amerîka bang li Tirkiyê dike ku “arandinên xwe yên ji-qazî-ve” li Rojhilatê Deryaya Spî rawestîne..

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew bang li Tirkiyê dikin ku arandinên xwe yên ji-qazî-ve rawestîne û bilez dest bi danûstandinan bi Yûnanistanê re bike.

Almanya jî heman tişt ji Tirkiyê xwest û teqez kir ku ew li pişta Yûnanistan û Qibrisê ne.

Berdevkê hikumeta Yûnanî jî ragihand ku welatê wî dê beşdarî danûstandinên vedîtinê yên bi Tirkiyê re nebe, madem keştiya “Oruç Reis” li nava ava wan maye.

Hefteya borî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu ragihandibû, ku ew ê van danûstandinan li Enqereyê dest pê bikin.

Tê zanîn, meha borî dewleta Tirk keştiya xwe ji herêma binakok a li Deryayê vekişandibû, lê Yekşemê ragihand, ew ê dîsan dest bi lêgerînê bike, tiştê dihêle YE vê yekê di lûtkeya xwe ya dawiya vê hefteyê de, bike mijara nîqaşê.

Back to top button