Çalakvanê Êzidî Şêx Paşa Mehmûd hat kuştin

Çalakvan û xêrxwazê civaka Êzidî Şêx Paşa Mehmûd hat kuştin.

Li navçeya Sêmêlê a bi ser Dihokê ve, duh di seatên êvarê de, Şêx Paşa ji aliyê kesine nenas ve bi guleyan hate kuştin.

Piştî bûreyê, lêkolîn dest pê kir û heya niha ti agahî nehatine diyarkirin.

Paşa Mehmûd bi karê xwe yê xêrê navdar bû û kesekî baş kar û xebat ji bo koçberên Şengalê yên ku di konan de diman, dikir.

Back to top button