Xelkên Şengalê: Em hêzên ji derve naxwazin

Xelkên Ereb ên li Şengalê li dijî lihevkirina li ser Şengalê derketin û diyar kir ku ew hêzekê jî ji derve naxwazin. Tevgera Azadî jî destnîşan kir ku di bin navê lihevkirinê de, dixwazin Êzidiyan qir bikin û bang li her kesî kir ku helwesta xwe nîşan bide.

Li dijî lihevkirina Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê Şengaliyan bertekên tund nîşan da.

Xelkê Ereb ên li gundê Medîban a Şengalê li ser navê Meclisa Medîbanê daxuyaniyek çapemenî da û got:

“Em xelkê Ereb ên Şengalê hatina hêzekî derve ya Şengalê naxwazin.”

Tevgera Azadî: Divê her kes helwestê nîşan bide û civaka Êzidî bi tenê nemîne

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser daxwaza dewleta Tirk hewl dide Şengalê radestî Iraqê bike.

Tevgera Azadî destnîşan kir ku tişta xelkê Şengalê li bendê bû were kirin, berpirsên Pêşmergeyan yên ku xelkê Şengalê bi tenê di nav destê DAIŞ’ê de hiştin, werin dadgehkirin.

Tevgerê anî ziman ku li jêr navê lihevkirin û vegerandina xelkê Êzidî, careke din dixwazin komkujiyan li ser gelê Êzidî pêk bînin û got:

“Hikûmeta Iraqê ne xwedî wê hêzê ye ku bikare bêyî vîna xelkê Şengalê lihevkirinê bike, ne jî desthilata Herêmê dikare li ser çarenûsa xelkê Şengalê, lihevkirinan bike.

Her ev bûn, ên xelkê Şengalê di destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin û di encamê de jin û zarokên Êzidiyan li bazaran hatin firotin.”

Tevgera Azadî bang li hemû aliyan kir ku li dijî vê lihevkirinê helwestê nîşan bidin û gelê Êzidî bi tenê nehêlin.

Back to top button