Artêşa Israîlê bi çalakiyeke “veşartî” 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê, li ser sînor rûxandin.
Rojnameya The Jerusalem Post a Israîlê ragihand, ku hêzên taybet ên artêşê derbasî herêma bêçek a di navbera Israîl û Sûriyê de bûn û bi çalakiyeke “veşartî” 2 nuqteyên artêşa Sûrî rûxandin.
Li gorî rojnameyê, piştî hikumeta Şamê peymana sala 1974’an a bidawîkirina rageşiya di navbera Israîl û Şamê de binpê kir, Israîlê ev êrîş pêk anî.
Rojnameyê diyar kir ku Artêşa Sûrî vegeriya herêma tampon a li girên Colanê û hêzên xwe li ser sînor belav kirin.
Heta niha jî hikumeta Şamê derbarê mijarê de, ti daxuyanî nedaye.