Dayikên gerîla li Qamişlo û Hesekê daxuyanî dan

Ji bo piştgiriya pêngava KCK’ê a li dijî dagirkeriyê çalakiyên dayikên Gerîla û Şehîdan dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de îro dayikan li bajarê Qamişlo û Hesekê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyên de banga bilindkirina mezinkirina berxwedanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk hate kirin.

KCK 12’ê Îlonê bi slogana “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye” li Kurdistanê û hemû welatên ku Kurd lê dijîn, pêngavek dest pê kir.

Ji bo piştgiriya bi pêngava KCK’ê, îro dayikên gerîla li bajarên Hesekê û Qamişlo 2 daxuyaniyên cuda dan.

Dayikên şehîdan û endamên Kongreya Star beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên şehîdan û rêber Ocalan rakirin.

Daxuyaniya li Qamişlo li parka giştî ya taxa Xerbî ya bajêr û ya li Hesekê jî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat xwendin.

Di her du daxuyaniyan de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan hate şermezarkirin.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk hemû gelê Kurdistanê kir armanc da ku îradeya wan û îradeya hemû gelên azadîxwaz, bişikîne.

Dayikan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku li hemberî komployê, fikr û felsefeya Ocalan hate belavkirin.

Her wiha Rêber Ocalan ji bo hemû gelên bindest bû sembolek.

Bi vê re jî komplo negihîşt armancên xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de dayikên şehîdan û gerîla bang li gelên herêmê kirin ku li dijî êrîş û dagirkeriyê herdem amade bin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button