Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û endamê Partiyê Ferhad Remezan li Şehbayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Çalakî bi dirûşmeya “Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin” li navçeya Ehdas ya Şehbayê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de serokê Partiya Pêşerojê ya şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîcê Îbo jî axivî û behsa kesayeta Hevrîn Xelef kir.
Piştî axaftinan têkildarî jiyana Hevrîn Xelef û têkoşîna wê de sînevîzyonek hate pêşandan.
Di dawiyê de helbest hatin xwendin.