Ji bo koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî banga alîkariyê hat kirin

Rêxistina Sara bi piştgiriya gelek rêxistinên din ên jinan ên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê banga alîkariyê ji bo koçberan kir.

Daxuyanî li Kampa Serê Kaniyê ya li Hesekê ji aliyê endama rêveber a saziyên civaka sivîl Gulistan Elî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirk û hovîtiya li dijî sivîlan hat şermezarkirin.

Rêxistinan ji bo koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî û mirovî kirin.

Her wiha bang li saziyên civaka navneteweyî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve.

Back to top button